TR KU SO
FB X
Kurdistan

''Ez bawer im êdî em dikarin hemû dronên li ser Balafirgeha Hewlêrê bixin xwarê''

Admin L
Nivîskar
📅 14 îlon 2021 14:07

PeyamaKurd – Fermandarê Binkeya Esmanî ya Hevpeymanan a li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Scott Desormeaux di derbarê dronên şeva borî yên li dijî Balafirgeha Hewlêrê de axivî û diyar kir; her dronek li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bifire, bêyî ku ew bala xwe bidin êrîşber e yan droneke asayî ye, dixin xwarê.

Scott Desormeaux daye zanîn; dronên şeva 11ê Îlonê yek ji wan li derveyî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bi rêya sîstema berevaniyê xistine xwarê û drona din jî li nav balafirgehê, lê ti dronek zirarên giyanî an maddî li pey xwe neanîne.

Desormeaux destnîşan kiriye, hêzên taybet ên garda niştimanî ya Amerîkayê li nav Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatine bicihkirin û erkê wan parastina balafirgehê ye ji êrîşên dronan.

Biryar e piştî cîgirkirina sîstema berevaniyê ji bo parastina Binkeya Esmanî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li nav balafirgehê, dawiya vê mehê ew hêza taybet a Amerîkayê dawî li erkê xwe bîne û vekişe.

Scott Desormeaux eşkere kiriye: “Her çiqas danîna sîstemeke bi wê şêweyê li nav balafirgehê, ku balafirên sivîl jî tê de çûn û hatinê dikin, hinek zehmet e, lê ez bawer im êdî em dikarin hemû dronan bixin xwarê.”

Parve bike: