Kurdistan
Farqîn di bin avê de ma: Lehî rabû, mal û kargehan zirar dît
PeyamaKurd - Li navçeya Farqînê ya Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê, barana ku îro danê êvarê ji nişka ve dest pê kir bi xwe re lehî anî û bû sedema karesatê.
Ji ber ava ku ji herêmên bilind herikî navenda navçeyê gelek mal û kargeh di bin avê de man. Bi taybetî li navenda sûka esnafan zirareke mezin çêbû û welatiyan bi derfetên xwe hewil dan ava ku ketiye malên wan vala bikin.
Ji ber lehî û heriya ku li kolanan kom bûye, çûnûhatina li navçeyê jî bi zehmetî tê kirin.
Hêjayî gotinê ye, ji doh ve ji ber barana zêde li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê lehî rabûn û ziyan gihîşt cihên niştecihbûnê û zeviyên çandiniyê.