TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fermandara YJA Starê “Gamze Laçîn” li Basûrê Kurdistanê can da

Admin L
Nivîskar
📅 16 îlon 2022 16:33

PeyamaKurd – Baskê çekdarî yê PKKê, HPGê bi daxuyaniyekê diyar kir, Fermandara YJA Starê “Gamze Laçîn” a bi nasnava “Amara Ronahî” di encama êrîşa hêzên Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê can daye.

HPGê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, ew fermandara YJA Starê di meha Tebaxa 2022an de li navçeya ku PKKê navê “Herêmên Parastinê yên Medyayê” lê kiriye, can daye.

Li gor zanyariyan fermandara YJA Starê “Gamze Laçîn” a bi nasnava “Amara Ronahî” bi esil xelkê Dêrsîm a Bakurê Kurdistanê bûye û li bajarê Mêrsîn ê li başûrê Tirkiyê ji dayik bûye.

HPGê destnîşan kir, Amara di sala 2011an de li parêzgeha Erziromê tevlî refên PKKê bûye û di sala 2014an de li dijî DAIŞê tevli şerê berxwedana Kobanî bûye.

Parve bike: