TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fermandarê Pêsmerge: Çekdarên PKKê gule bi ser hêzên me de resandin, me jî bersiv da

Admin H
Nivîskar
📅 18 gulan 2021 22:12

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Gulanê piştî nîvro, li bajarokê Sîdekan ê sînorî di dema çêkirina rêyeke li nêzîkî xala kontrolê ya Pêşmerge de, çekdarên PKKê teqe li hêza Pêşmerge kir.

Derbarê bûyerê de, Fermanderê Fermandariya Halgurd a Hêzên Pêşmerge Behram Arîf Yasîn diyar kir ku li navçeya sînorî ya Soranê çekdarên PKKê teqe li hêzên Pêşmerge kirin û wan jî bi tundî bersiv daye wan.

Herwiha Behram Arîf Yasîn gotiye, “Ev demeke dirêj e em li herêmê ne û hêzên me xwestinê rêya hatûçûnê çak bikin, lê hejmareke çekdarên PKKê gule li pêşmergeyên me reşandin û me jî bi tundî bersiva wan da.”

Parve bike: