TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fermandarê Pêsmerge: Civîna Hewlêr û Bexdayê ya li ser pirsa ewlehiyê giring e

📅 05 hezîran 2019 16:45

PeyamaKurd - Cîgirê Serfermandarê Giştî yê Hêza Pêşmerge Salar Mihemed Cebarî aşkere kiriye bername heye hemehangî di navbera Hewlêr û Bexdayê da durist bibe di warê serbazî da bê pêkanîn.

Herwiha civîna Hewlêr û Bexdayê ya li ser pirsên emnî jî bi giringî wesif kir. Salar Mihemed Cebarî derbarê civîna Hewlêr û Bexdayê da ji medya Kurdistanê re axivî û got:

Cîgirê Serfermandarê Giştî yê Hêza Pêşmerge “gelek giring e ku hemahengiya di navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge da bêê çalakkirin.”

Cebarî herwiha got jî, “Gelekî giringe civîneke di asta bilinda derbarê kêşeyên vê dawiyê yên Kerkûk, Mexmûr û herêmên din di navbera Hewlêr û Bexdayê da pêk were. Ez di wê baweriyê da me Bexda jî gihiştiye wê qeneatê ku heta Pêşmerge venegere wan herêman aramî û seqamgîrî li wan herêman jî peyda nabe."

Parve bike: