Fermandarê Pêsmergeyên Roj: Hêzên me îro be yan jî sibe be dê vegerin
PeyamaKurd – Fermandarê Pêşmergeyên Roj Bedel Bendî got ku dê hêzên wan îro be yan sibe be, li demeke nêzîk dê vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Yek ji fermandarên Pêşmergeyên Roj Bedel Bendî 18ê Kanûnê ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP.info) re ragihand, "Vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê yek ji pirsên herî girîng e. Pêşmergeyên Roj zarokê Rojava ne û dixwazin bergiriyê li Rojavayê Kurdistanê bikin, nabe ti hêzek li hember vegera wan bisekine û îro be yan sibe divê her vegerin Rojavayê Kurdistanê.”
Bendî herwiha got: “Pêşmergeyên Roj bo parastina Rojavayê Kurdistanê hatiye damezirandin û dibin hêzeke piştevan ji Rojavayê Kurdistanê re û nabe ti hêzek li dijî wan raweste.”
Berpirsên ENKSê gotibûn ku hêzeke Amerîka demek berê çend Pêşmergeyên Roj biribûn Rojavayê Kurdistanê û ji bo vegera wan bo Rojavayê Kuridstanê ligel PYDê gotûbêj kiribûn.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey jî derbasbûna 100 Pêşmergeyên Roj bo sînorê Rojavayê Kurdistanê piştrast kiribû û gotibû, ev yek bi agahdariya wan pêk hatiye.