TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fermandarekî Pêsmerge: Çekdarên DAISê tevlî rêzên Hesda Seibî bûne

📅 13 tebax 2019 16:00

PeyamaKurd - Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li sînorê navçeya Kifrî çend navan eşkere dike ku berê li sînorê bajarokê Gulale endam û çekdarên DAIŞê bûne û niha jî çûne nava rêzên Heşda Şeibî.

Berpirsê Mihwera Kifrî ya Hêzên Pêşmerge Lîwa Merdan Çavşîn ragihand ku li nava bajarokê Gulale ya ser bi navçeya Xaneqînê ve, du grûpên rêkxistina Bedir a Heşda Şeibî û Esayib Ehlulheq hene, ku çend çekdarên DAIŞê tevlî refên wan bûne.

 Lîwa Merdan Çawşîn diyar kir, her yek ji Firas Necim Yûnis, Munteser Turkî, Seid el Kirewî, Ehmed Telal û Zeyd Mewlan endamên navdar ê DAIŞê bûn û çûne nava rêzên Heşda Şeibî. Wî fermandarê Pêşmerge çend nav ji nava Esayib Ehlulheq jî eşkere kirin û got, ew berê endamên DAIŞê bûn û niha di nava hêzên din de hatine rêkxistin û ew kîna xwe ya ku li hemberî Kurdan heye, bi awayekî din derdixin.

Lîwa Merdan got, li nav Esayib Ehlulheq, kesên weke Ehmed Yûsif Tebag, Enwer Ehmed Yûsif Tebag, Hesen Cedûn, Seyf Emûme el Kirewî û çend kesên din berê çekdarên DAIŞê bûne û niha di nav rêzên Heşda Şeibî de cih digirin.

Çalakiyên DAIŞê li sînorê Kifrî û Kuleco zêdetir bûne. Wezîrê Pêşmerge jî hişyariya zêdebûna çalakiyên DAIŞê dide û dibêje, divê şaneyên veşartî yê DAIŞê bêne jinavbirin.

Parve bike: