Fermandarên frensî û amerîkî li Girê Spî bi HSDê re civiyan
Peyamakurd - Hat ragihandin ku roj Yekşemê 11ê Mijdarê li Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê di civîneke taybet a navbera fermandarên frensî, amerîkî û Hêzên Sûriya Demokratîk de, çend biryarên girîng ji bo parastina deverê hatine wergirtin.
Li gor çavkaniyan, di wê civînê de biryar hatiye wergirtin ku hêzên hevpeymaniyê çavdêriya sînorên Rojavayê Kurdistanê bikin û ji gefên derve biparêzin.
Herwiha hat zanîn ku dê balafirên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê jî beşdarî çavdêriya parastina sînoran bibin.
Di civîna sêqolî de biryara ku hêzên leşkerî yên nêzî PKKê ango Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo nebin sedema êrîşên Tirkiyê, dê ji sînoran bên dûrxistin û li şûna wan jî hêzên nû yên HSDê werin bicihkirin.
Tê çaverêkirin fermandarên frensî û amerîkî yên hevpeymaniyê derbarê encamên civîna Girê Spî de bi hêzên Tirkiyê re jî bicivin û li ser parastin û beralîkirina gefên sînor li hev bikin.