TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fermandarên Hevpeymaniyê û Pêsmerge civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2018 20:18

PeyamaKurd – Nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û rayedarên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.

Hat ragihandin ku di civînê de, li ser geşbûna bizavên terorîstên DAIŞê ji nû ve, li ser  kordînasyona hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê danûstandin hatiye kirin.

Wezareta Pêşmerge derbarê civînê de ragihand, Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî, rayedarê wezaretê Serbest Lezgîn û Fermandarê Giştî Cemal Muhammed di şande Pêşmerge de amadehî kirine.

Di civînê de, xurtbûna tevgerên DAIŞê û kordînasyona Pêşmerg ligel artêşa Iraqê hatiye nirxandin û hat diyarkirin ku dê zêdebûna tevgera DAIŞê bibe sedema ne aramî û bê îstiqrariyê li herêmê.

Parve bike: