Ferzad Kemanger di rojeke wekî îro de hat bidarvekirin
PeyamaKurd - 9 sal berê rojeke wekî îro çalkvanê kurd Ferzad Kemanger ji aliyê Komara Îranê ve hat îdamkirin.
Mamoste, helbestvan, rojnameger, sendîkavan û parêzerê mafê mirovan Ferzad Kemanger li gel Şîrin Elemhûlî, Ferhat Wekîlî û Elî Heyderiyan di 9ê gulana 2006'an de hatibû û girtin, di 9ê gulana 2010an de ji aliyê Komara Îranê ve hatibû îdamkirin.
#FerzadKemanger
* 32 salî bû
* Mamoste, helbestvan, rojnameger, sendîkavan û parêzerê mafê mirovan bû
* Di Gulana 2006'an de hate girtin
* Di 9'ê Gulana 2010'an de Komara Îranê ew îdam kir
* Bi vê gotinê bû lehengê mirovahiyê
* Bihêlin bila dilê min di singa zarokekî de lê bide pic.twitter.com/47CnOKFRHR
Ferzad Kemanger bi gotina xwe ya “Bihêlin bila dilê min di singa zarokekî de lê bide” deng vedabû bûbû lehengekî mirovahiyê.