Forensic Architecture lêkolîna kustina Tahir Elçî belav kir: Guleya polîs...
PeyamaKurd - Kompaniya Lêkolînên Teknîkî ya Navnetewî, Forensic Architecture ku navenda wê Londonê ye, raporeke lêkolînî li ser 4 sal berê awayê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî weşand.
Baroya Amedê beriya niha ji bo lêkolînkirina kuştina Elçî serî li Forensic Architectureyê dabû ku delîlên dîtbarî, yên deng û belgefilm ên Baroya Amedê bo wê navendên hatibûn şandin hatine analîzkirin.
Li gor delîlan û awayê rûdana bûyerê, kompaniya navborî modeleke sêber a bûyerê çêkir û encama lêkolîna xwe jî eşkere kir.
Di encama lêkolînê de her çiqas derneketiye holê ku kîjan polîs berpirsê kuştina Elçî ye jî lê gumaneke xurt a ku ji aliyê polîsekî ve hatiye kuştin derketiye holê.
Li gor encamên lêkolînên teknîkî yên raporê bi îhtîmaleke mezin Tahir Elçî bi guleya polîsekî hatiye kuştin.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, 28ê Kanûna 2015an dema li ber Minareya Çarling a Sûra Amedê beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê bû hatibû kuştin.
Ligel wê demê belavkirina dîmen û vîdyoyên dema kuştinê jî heta aniha ti pêşketineke di doza Tahir Elçî de çênebûye û doz jî li ti kesî nehatiye vekirin.
Çav li rê ye Baroya Amedê derbarê vê raport de daxuyaniyekê belav bike û hûrgiliyên dawî yên derbarê kuştina Elçî de bi raya giştî ra parve bike.