TR KU SO
FB X
Kurdistan

Foruma Rojhilata Navîn a 2026an li Hewlêrê dest pê kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 cotmeh 2026 11:12

PeyamaKurd - Foruma Rojhilata Navîn a 2026an bi beşdariya fermî ya rayedar, siyasetmedar û dîplomatên ji Iraq, Sûriye û gelek welatên din li bajarê Hewlêrê dest pê kir.

Di forumê de ku rojeva sereke geşedanên herêmî ne, pirsgirêkên siyasî û aborî, siberoja Sûriyê, ewlehiya enerjiyê û pêwendiyên herêmî bi berfirehî tên gotûbêjkirin.

Tê payîn ku di civînên forumê de gelek mijarên girîng ên ku bandorê li ser tevahiya herêmê dikin, ji aliyê pispor û serkirdeyan ve werin nirxandin.

Foruma Rojhilata Navîn a 2026’an ku wekî MERI jî tê zanîn ku ji hêla Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn ve tê organîzekirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani, serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê Hevpeymaniya Nûavakirin û Pêşvebirinê Mihemed Şîa El Sûdanî, serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî, cîgirê serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, wezîrê karên hundir ê hikumeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim El Ebûdî û berdevkê fermandarê giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah El Numan beşdarî forumê bûne.

Ji Sûriyeyê, siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, şêwirmendê serokatiya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û şêwirmendê payebilind ê wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Necîb El Xedban, li gel şêwirmenda serbixwe ya ji bo pêşkeftin û kar û barên siyasî Zozan Elûş beşdar bûn.

Parve bike: