TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fransa 425 hezar 882 Euro ji koçberên Singal û Baec re dabîn dike

Admin L
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2021 17:03

PeyamaKurd – Fransa bi rêya Bernameya Rûniştinên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UN-Habitat) 425 hezar 882 Euro ji koçberên Şingal û Baec re dabîn dike.

Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê eşkere kir, hikûmeta Fransayê 425 hezar 882 Euro (nêzîkî 479 hezar dolar) ji bo koçberên di demên dawî de vegeriyane malên xwe yên li herêmên Şingal û Baec dabîn dike, da ku mal û jiyana xwe ji nû ve ava bikin.

Ev yek di demekê de ye ku ziyanên mezin bi binesazî û mal û milkên welatiyan bûye û ev alîkarî piştgiriyeke ji bo koçber û penaber vegerin ser warê xwe.

Neteweyên Yekbûyî diyar dike, ev proje bi mebesta baştirkirina rewşa maf û jiyanê bi awayekî guncaw e û ev veqetandina Fransa alîkariyê digihîne nêzîkî 27 hezar kesan, bi rêya pêşkêşkirina alîkariya qanûnî ji bo 200 malbatan û nûkirina du dibistanan.

Balyozê Fransayê yê li Bexdayê Eric Chevallier da zanîn: “Fransa serbilind e ku piştgiriyê dide vê projeya UN-Habitat ku navenda wê li ser karûbarên bingehîn ên wekî xanî û perwerdeyê ye. Ji bo vegerandina awareyan, bi taybetî li Şingal û Bajê, sererastkirina binesaziyê şertek bingehîn e. Em li kêleka gelê Iraqê ne û em ê di nûavakirina navçeyên ji destê DAIŞê de hatine rizgarkirin li kêleka gelê Iraqê bin.”

Parve bike: