TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fransa qedexeya derketina derve sist dike

📅 15 hezîran 2020 16:01

PeyamaKurd  - Dewleta Fransayê ji îro pê ve qedexeyên li ser derktina derve sist dike.

Hikûmeta Fransa destûr dide ku kafe û restoran vebin û rê dide hemwelatiyên xwe ku ber bi welatên din yên Ewropa ve rêwîtiyê bikin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku ew di pêla pêşî de dijî vîrusa koronayê bi ser ketine û hemwelatiyên xwe ser vegera vîrusê hişyar kir.

Hin otel û restoranên li Fransa di serê Hezîranê de vebûbûn lê li Parîsê tedbir nehatibûn rakirin. Macron da zanîn ku tedbîrên li Parîsê jî bi awayekî berfireh hatine bi dawî kirin.

Ji hêla din ve, di çarçoveya asayînkirina jiyana rojane de li Brîtanyayê jî îro pê ve magazayên ku kel û pelên zerûrî difiroşin vedibin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Fransa bi qasî 200 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û 29 hezar 410 kes jîyana xwe ji dest dane.

Parve bike: