TR KU SO
FB X
Kurdistan

Gelo berpirsa nû ya Amerîkayê dost an jî neyara Kurdan e?

📅 31 gulan 2018 00:40

 PeyamaKurd - Denise Natali, ku weke pispora karûbarên Kurd tê naskirin, salên dirêj di zanîngehên Kurdistanê de weke mamoste wane gotine û nameya xwe ya doktorayê jî li ser pirsa Kurd û dewletê wergirtiye.

Di dawiya heftiya derbasbûyî de Natali ji bo posta “alîkara wezîrê derve ji bo karûbarên şer û vegerandina aeqamgîrî” hate destnîşankirin. Li gorî CVya wê tê çaverêkirin piştevanekê sereke ya doza Kurd be lê di çend salên derbasbûyî de Natali rexneyên tund li hikûmeta Herêma Kurdistanê û peywendiyên Kurdistan û Amerîkayê girtine.

Denise Natali, li Peymangeha Lêkolînên Stratejîk ên Niştimanî yên Amerîkayê (INSS) ya Zanîngeha Berevaniya Niştimanî, Rêvebera Lêkolînên Stratejîk e. Natali di navbera salên 2005 û 2010ê de li zanîngehên hikûmî û taybetî yên Herêma Kurdistanê de wane gotine û mamostaya Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê û Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê bûye.  Natali zimanê Fransî, Farisî û Kurdî baş dizane.

Aîkara nû ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê nêzîkî 20 salan parçeyên cuda yên Kurdistanê mijûlê lêkolînan bûye herwiha karê alîkariya mirovî û vegerandina aramiyê li pey şer meşandiye. Kar û lêkolînên xwe di pirtûkeke bi navê “Kurd û Dewlet” çap kiriye.

Natalî di vê pirtûka xwe de diyar dike, ku neteweperestiya Kurdan li ser şûnasekî neteweyî sirûştî xwerisk ava nebûye. Ji ber ku berhem û encamê avabûna dewlet neteweyên li herêmê ye ji lewra jî geşekirina hizra neteweparêzî li parçeyên din ên Kurdistanê bi guhertinên li qada siyasî ve girêdayî ye.

Natali herwiha derbarê siyaseta Kurdan, piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Kurdan û xewna serxwebûna serxwebûna Kurdistanê jî gelek gotar û nivîs nivîsandine.

10 roj piştî êrîşên 16ê Cotmeha 2017ê yên li Kerkûkê, Denis Natali di gotareke xwe ya di malpera “War on the Rockis” de wiha nivîsî: “Ji ber vê rewşa giran a niha divê serkirdeyên Kurd lomeyê li xwe bikin, ne ku gilî û gazincan li Amerîkayê bikin.”

Di heman demê de di vê nivîsê de şîretan li rêveberiya Washingtonê dike da ku pêdaçûna peywendiyên xwe yên li gel  hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û dibêje: “Pêwîst e Amerîka wek beşeke temamker a Iraqê û li gorî Destûra Iraqê alîkariyan bide hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Dema hêzên Iraqê êrîşî Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kirin, berpirsên hikûmeta Kurdistanê gazind li Amerîkayê kirin, ku li hember mîlîsên şîe yên nêzîkî Îranê piştgirî nedaye Kurdan.

Denis Natali di wê baweriyê de ye ku "Qebûlkirina nazên berpirsên Kurd ne siyaset e û berjewendiyên Amerîkayê jî pêşve nabe.” Herwiha Natali di beşekî vê gotara xwe de dibêje divê Washington bi merc piştgirî bide hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevkariyên leşkerî û darayî jî bide sekinandin.

Ji sala 2003ê ve di warê ewlekarî, aborî û siyasî ve Herêma Kurdistanê weke herêma herî aram û seqamgîr a Iraqê tê naskirin, ku hizrên sekûler tê de pêş dikevin.

Lê Natali roja 31ê Cotmeha 2017ê di quncika xwe ya di kovara Foreign Policy de behsa xalên lawaz ên Herêma Kurdistanê dike û dinivîse: “Herêma Kurdistanê ku li ser lêva ti deryayekî nîne, demeke dirêj e ji aliyê aborî ve neseqamgîr e sazî û dezgehên wê lawaz in û ji aliyê siyasî ve jî perçe perçe ye.”

Piştî giştpirsiya Îlona 2017ê hikûmeta Iraqê dorpêça aborî, siyasî û esmanî danî ser Herêma Kurdistanê, artêş û polîsên Iraqê bi alîkariya mîlîsên şîe yên nêzîkî Îranê êrîşî navçeyên Kurdistanî kirin û di nava hêzên Kurdî de ji ber ketina Kerkûkê nakokiyên mezin derketin.

Denis Natali di wê gotara xwe de referandûma serxwebûnê weke “xeletiyeke stratejîk” a serkirdetiya Kurd binav dike û dibêje: “Barzanî û serkirdeyên din ên Kurd ne amade ne berpirsiyariya şkestina referandûmê û encamên wê hilgirin ser milê xwe. Ev koma hanê, dewsa ku awir bixin ser pirsgirêkên navxwe û çaksaziyê di saziyên xwe de bikin, bi berdewamî yariyê bi karta qurbaniyan dikin, behsa kêmasiya saziyên xwe dikin, lomeyê ji xinayetkaran dikin û behsa gefên derve yên Îran û mîlîsên wî dikin.”

Lê rexneyên Denis Natali yên li ser Kurdan vedigere salên pir kevintir û pirsgirêk jî bi tenê çaksaziya li sazî û dezgehan, pirsgirêkên siyaseta Herêma Kurdistanê jî nîne. Di bingehê de kêşeya wê li gel hizra serxwebûn an jî berfirehbûna mafê îdarî yê parçeyên din ên Kurdistanê jî heye. Ji ber ku bi nêrîna Natali, eger wiha be ev yek li navçeyê balansa hêzê têk dibe.

Di Nîsana 2012ê de Natali di gotara xwe ya kovara Foreign Policy ya bi sernavê “Hilgirtina naza Kurdan” de hişyarî dide, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de pêgeha xwe li Iraqê bihêz dike, civaka Kurd li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê jî dengên xwe yên ji bo bidestxistina mafên xwe bilind dikin û daxwaza otonomyeke zêdetir dikin. Ev yek jî di dirêjahiya sînorên wan welatan guvaşeke nû ava dike.”  

Di beşekî din ê heman gotarê de Natali dibêje: “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê baş bizene ku êdî ew ne qurbanê paş Sedam in û eger bixwazin li Iraqê federalism pêk were deriyên xwe ji bo hikûmeta Iraqê vekin, li gorî yasayan tevbigerin.”

Herçend banga Denis Natali ya ji bo çaksaziya navxwe giring e û niyetpakî ye lê nêrînên wê yên li ser peywendiyên Amerîka û Kurdan li gel nêrînên gelek kesên din nakok in ku giringiyê didin peywendiyên herdu aliyan.

Bersiva vê pirsê di mehên pêşiya me de dê diyar bibin; “Gelo nêrîn û hizrên Natali dê çi bandorê li siyaseta rêveberiya Amerîkayê bike, bi taybetî jî li ser piştgiriyên Amerîkayê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê, ku niha di bin guvaşeke mezin a Enqere û Dîmeşqê de ye.

Ji bilî vê, Kurdên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikarin ji bo cîbicîkirina siyaseta nû ya Amerîkayê ya li dijî Îranê rolekî sereke bilîzin. Piştî çend heftiyên din dê danûstaninên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî germ bibin. Di vê pêvajoyê de Kurd yek ji wan aliyan e ku Amerîka dikare ji bo astengkirina hewlên Îranê yên li Iraqê, pişta xwe bide wan. Gelo şêweya hizir û nêrînên Natali dê çi bandorê li van mijaran bike?

(Rûdaw)

Parve bike: