TR KU SO
FB X
Kurdistan

Generalê Rûsî: HSD li gorî rêkeftinên ligel Rûsyayê tevdigere

Admin H
Nivîskar
📅 03 berfanbar 2019 00:34

PeyamaKurd – Fermandarê polîsên leşkerî yên Rûsyayê Boris Stalingrad, li ser îdiayên aliyê Tirkiyê ku dibêjin, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û YPG ji sînorên diyarkirî venekişiyane da xuyakirin ku HSD li gorî rêkeftinên ligel Rûsyayê tevdigere û li gorî rêkeftinan ji herêmên hatine diyarkirin vekişiyaye.

Li gorî nûçeya ANFê Stalingrad ku fermandarê polîsên leşkerî yên Rûsî yên ku li herêma Firatê belav bûne ye wiha gotiye:

"Em wek yekîneyên leşkerî yên girêdayî hikumeta federal a Rûsyayê tevî hêzên artêşa Sûriyê li seranserê sînorê Sûriye-Tirkiyê û xetên şer ên bi hêzên dewleta Tirkiyê re, belav bûne ku xwînrijandin û şerê di navbera her du aliyan de qedexe bikin û ew jî li gorî peymana ku berê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta federal a Rûsyayê de hatiye îmzekirin."

Generalê Rûsî Boris Stalingrad li ser îdiayên Tirkiyê ku dibêjin, HSD venekişiyaye jî diyar kir, HSD bi temamî ji xeta sînor heta kûrahiya 32 km vekişiye û Rûsya garantora parastina herêmê ye li dijî êrîşên derve ku dibin sedema vegera terorê.

Parve bike: