Gergerlîoglû: Ez ê neçim xwe radest nekim
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Kocaeliyê, ji bo xwe radest bike, ji Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlioglû re teblîgatname şand. Serdozgeriyê diyar kiriye, heke di nava 10 rojan de ew neçe xwe radest neke wê biryara zeftkirinê ji bo wî bidin.
Gergerlîoglû, derbarê pêvajoya aştiyê de nûçeyek li ser hesabê xwe weşandibû û ji ber wê, doz lê hatibû vekirin. 2 sal û 6 meh ceza li wî birîbûn û piştî ku Dadgeha Bilind ev ceza pesend kiribû, Parlamenteriya wî betal kiribûn.
Omer Farûk Gergerlîoglû, li ser daxwaza radestkirinê de ji ajansa nûçeyan bianetê re daye zanîn, tebîgatname serê sibehê gihîştiye wî û wiha axivî: “Ez ê neçim xwe radest nekim. Cihê min diyar e. Dikarin min bi darê zorê bibin. Parlamenteriya min betal nebûye, ez Parlamenter im, Parlamenteriya min bi zordestiyê betal kirin.”
Herwiha Gergerlîoglû destnîşan kiriye, ew ê sibê ji bo “biryara betalkirina Parlamenteriya wî were xerakirin” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide û got: “Em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Ez bang li Dadgeha Destûrî dikim ku wezîfeya xwe bike, dikare biryareke bi lez û bez bide, dikare vê rezaletê bidawî bike. Dibe ez jî weke Enîs Berberoglû vegerim Parlamentoyê.
Herî dawî eşkere kiriye: “Lê li vî welatî rewşa darazê li holê ye. Ji Serokê Parlamentoyê fermanan werdigre. Ez ê neçim, cihê min diyar e. Dikarin werin bi darê zorê bibin. Parlamenteriya min betal nebûye, Parlamenteriya min bi darê zorê betal kirin.”