Kurdistan
Geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Şamê de dest pê dike
PeyamaKurd - Rêveberê Bicihanînê yê Kompaniya “Fly Erbil”ê Lawend Memûndî ragihand ku di 2ê kanûnê 2026an de yekem geşta asmanî ya rasterast a di navbera Hewlêr û Şamê de dide destpêkirin.
Memûndî da zanîn ku hemi amadekarî temam bûne û dê heftiyane sê geşt ji aliyê kompaniya wan ve bên kirin.
Ev yekem kompaniya Kurdî û Iraqî ye ku geştên rasterast ber bi Sûriyeyê ve organîze dike.
Ji aliyê xwe ve, Desteya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyeyê diyar kir ku ev pêngav di çarçoveya bihêzkirina peywendiyên asmanî û berfirehkirina bijardeyên geştyarî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê de tê.
Hêjayî gotinê ye ku niha geştên rasterast ên vê xetî ji aliyê kompaniya "Fly Cham"ê ve jî heftiyê sê caran bên kirin.