Gestên esmanî yê navneteweyî li Herêma Kurdistanê dest pê dike
PeyamaKurd - Li Balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, ji roja 1ê Tebaxê pê ve geştên esmanî dest pê dikin.
Li gor Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand, piştî temamkirina amadekariyan û girtina rêkarên tendirustiyê, li ber ronahiya biryara Desteya Firokvaniya Medenî ya Iraqê, li Herêma Kurdistanê jî geştên esmanî yên navneteweyî dest pê dikin.
Bi vekirina balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê re, geştên esmanî, tevgera aborî û mirovî di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê de dest pê dikin.
Ji destpêka derketina nexweşiya Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, wek rêkarên xweparaziyê û rêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê, bi biryara Desteya Firokvaniya Medenî ya Iraqê, biryara ragirtina geştên esmanî hatibû dayîn, tenê geştên dîplomatkarên biyanî dihatin kirin.