TR KU SO
FB X
Kurdistan

Gever bi erdhejeke tund hejiya

Admin H
Nivîskar
📅 11 sibat 2024 13:20

PeyamaKurd – Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê îro 11ê Sibatê danê sibehê erdhejeke bihêz çêbû.

Serokotiya  Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFADê ragihand ku li demjimêr 07:36 li navçeya Geverê ya Colemêrgê erdhejeke bi pileya 4,4 rû da.

Hate diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 5.74 km de çêbûye.

Erdhej a bi pileya 4,4an rû da, li bajar û bajarokên derdorê jî hate hîskirin û bû sedema tirseke mezin. Pisporên erdnasiyê beriya niha hişyariya erdhejên tund li xeta Colemêrgê dabûn.

Parve bike: