Gibbard: Di mijara jinan de Kurdistan pêskeftiye
Balyozê dewleta Kanadayê yê li Iraqê Paul Gibbard û seroka nivîsîngeha Kanadayê li Hewlêrê Nanci Bergiron, bi şanda bi wan re seredana serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin.
Balyoz di mijara têkoşîna pêşmergeyan li dijî DEAŞê û hewandina koçberan ji aliyê herêma Kurdistanê ve, rola Kurdistanê bilind nirxand. Balyoz ragihand ku li Kurdistanê gelek pêşdeçûn çêbûne û bi taybetî di behsa jinê de ku jin di rêvebiriyê de ciyê xwe digre û beşdarî jiyana civakê dibe de, razîbûna xwe anî ziman.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa qonaxa ku Kurdistan tê de derbas dibe kir û daxwaza pêşxistina pêwendiyên navbera Kanada û Kurdistanê kir. Rola hevpeyman, rola jinê di civaka Kurd de û pirsa avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê babetên din bûn ku li serê axifîn.