TR KU SO
FB X
Kurdistan

Girtîgeha Diyarbekirê cezayekî wekî henek da parlamentara HDPê

Admin S
Nivîskar
📅 21 mijdar 2018 18:41

PeyamaKurd - Rêveberiya Girtîgeha Diyarbekirê ya cureya E ku parlamentara HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven lê dimîne û ji ber daxuyaniyên dema operasyona ser Efrînê hatiye girtin, cezayekî dsîplînê li ser Guvenê sepand.

Bi hinceta ku Leyla Guven ev 14 roj in ji bo protestokirina tecrîda li Abdullah Ocalan ketiye mangirtina birçîbûnê rêveberiya girtîgehê ew ‘bo mehekê nexebitandina di karên bi pere yên girtîgehê de’ ceza kir.

Rêveberiya girtîgehê herwiha ji bilî cezayê nehiştina xebatên bi pere yên girtîgehê, biryar da ku Leyla Guven heta 3 heyvan beşdarî hin çalakiyên sosyal ên nav girtîgehê jî nebe.

Parve bike: