TR KU SO
FB X
Kurdistan

Girtiyan pistî daxuyaniya Ocalan dawî li greva birçîbûnê anî

Admin H
Nivîskar
📅 26 gulan 2019 16:55

PeyamaKurd - Girtiyên PKKyî ku bi hinceta rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan piştî Parlamentara Colemêrgê Leyla Guvenê dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kiribûn, îro piştî xwendina nameya Ocalan ji aliyê parêzerên wî ve dawî li çalakiya xwe anîn.

Li ser navê girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de Denîz Kaya daxuyanî da.

Kaya, destnîşan kir ku ew greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakiya rojiya mirinê bi dawî dikin.

Li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJKê Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ew dawî li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakiya rojiya mirinê tînin.

Parve bike: