Kurdistan
Girtiyê nexwes dema danisîna dadgeha Mêrdînê can da
PeyamaKurd - Girtiyê nexweş ê 70 salî îbrahîm Akbaba ji girtîgeha Edirne ya cureya Fyê bi rêya Platforma Dengî û Dîmenî (SEGBIS) beşdarî danişîna dadgeha li Mêrdînê bû, sekta dil derbas kir û can da.
Hat ragihandin, girtiyê nexweş Îbrahîm Akbabayê 70 salî ku Kanûna 2017an ji girtîgeha Mêrdînê bo girtîgeha Edirneyê hatiye veguhestin, dema derket pêşberî dadgehê sekta dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku Akbaba ji Sibata 2017an ve hatiye girtin û sala 2015an jî ji ber felcê lingekî wî hatibû jêkirin û nexweşiyên dil û şekir jî pê re hebûn.