Girtiyên Kurd piştgirî dan banga hêzên Rojhilatê Kurdistanê
Çar girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê di salvegera çaremîn a qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana "Jin Jiyan Azadî" de, dest bi greva birçîbûnê bikin.
Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî, Sakîne Parvaneh û Motabal Ehmediyan ên ku li girtîgehên Evîn û Yezdê têne girtin, diyar kirin ku ew grevê wekî rêya herî şaristanî ya nîşandayîna nerazîbûnê dibînin.
Girtiyan diyar kir ku ew ê di 16ê Îlonê de ji bo piştgiriya greva giştî ya li Kurdistanê dest bi vê çalakiyê bikin.
Hevpeymaniyê bang li gel kiribû ku bi girtina dikan û bazaran tevlî vê protestoyê bibin.