Kurdistan
Gola Çildirê qesa girt
PeyamaKurd- Gola navçe ya Çildirê ku bi heman navî tê navandin yek ji golên herî kûr e ku çar aliyên wê çiyane û ji behre gelek bilinde. Dema dibe zivistan ava wê qeşa digre û herkes dikare li ser cemedê here û were. Li ser golê erebeyên hespa dikarin herin werin, geştiyaran bigerînin û hem dikarin erzaqên xwe bibin bînin. Der û dora gola Çildirê çar alî tije gundin û serma deverê gelek zêdeye.
Di ava golê de masî hene û masîgir dikarin cemedê kun bikin û bi nîkên xwe masiya bigrin. Gola Çildirê dikeve ser sînorê Rûsyayê û li ser bajarê Ardaxanê ye.