Kurdistan
Goran: Di nav YNKê de destekî vesarî heye
PeyamaKurd - Endamê civata niştimanî ya Goranê Emîrê Hacî Kemal daxuyakirin ku di nav YNKê de destekî veşartî heye û dixwaze pêkanîna hikûmetê gîro bike.
Emîrê Hacî Kemal ji medya Kurdistanê re behsa gîrobûna pêkanîna hikûmetê kir û got, bi nêrîna min di nav YNKê de destekî veşartî heye dixwaze pêkanîna hikûmetê gîro bibe.
Emîrê Hacî Kemal her wiha axivî: “Ew destê veşartî dixwaze bi wext bilîze û hevdîtin û gotûbêjên pêkanîha hikûmetê dirêj bike û bi vî rengî pêkanîna hikûmetê gîro bike. Ev jî nîşan dide ku niyet û armanca wan tiştek din e.”
Bberpirsê Goranê got, “Gelo YNK hewl dide Goranê li dijî PDKê bikar bîne? û wiha pê de çû: “Goran ti carî rê nade wê yekê ku YNK wê li dijî PDKê bikar bîne, berevajî wê yekê jî rast e.”