Goreka komkî ya dema enfalê ya Kurdan hat dîtin
PeyamaKurd- Li Iraqê li bajarê Musennayê goreka komkî ya Kurdan hat dîtin ku di dema rejîma Saddam Huseyîn de hatibûn qirkirin. Ragihandin ji aliyê serokê komîsyona Meysanê ya gorên komkî Ahmed Menfî de hat kirin. Li gor ragihandinê; gor li Çola Semawe hatiye dîtin ku ya dema enfala Baasê ye.
Menfî ragihand ku komîsyon bo dîtina gorên dinan xebata xwe dewam dike û di her pêşdeçûneka nû de, wê ragihandina xwe ya fermî bo çapemeniyê bike.
Parêzgeha Musennayê ragihand bo neqilkirina cesedan bi awayeka baş bibe, ji hukumeta Iraqê xwest ku komîsyonekî bê avakirin û wezîfedarkirin.
Parêzgeha Musennayê bo dîtina van goran komîsyonekî avakiribû. Komîsyona navborî diyar kiribû ku; bo derxistina gorên qirkirinê ya dewra Saddam, wê bi memûrên wê demê re û bi şahidan re xebata xwe bike.