TR KU SO
FB X
Kurdistan

Goreke din a komî li Sengalê hat dîtin

Admin L
Nivîskar
📅 09 gulan 2023 15:04

PeyamaKurd – Goreke din a komî li Şengalê hat dîtin û hat dîtin ku hin welatî lê hatine definkirin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Şengalê de hat ragihandin, li navenda navçeyê goreke komî hatiye dîtin.

Hat diyarkirin ku kesên di gorê de hatine definkirin Şengal in û piştî dagirkirina herêmê ji aliyê çeteyên DAIŞê ve bi komî hatine qetilkirin û definkirin.

Lê heta niha li herêmê gorên komî yên hatine dîtin gihiştiye 90î. Hestiyên 150 kesên ku ji 40 goran hatin derxistin radestî malbatên wan hatin kirin.

Hestiyên zêdeyî 500 kesan ji bo tespîtkirina DNAyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê.

DAIŞê ku di Tebaxa 2014an de Şengal dagir kir, bi hezaran Kurdên Êzidî revandin û gelek Şengalî ku hêj hejmara wan ne diyar e qetil kirin û di gorên komî de veşartin.

Parve bike: