TR KU SO
FB X
Kurdistan

Greva mamosteyan ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike

Admin H
Nivîskar
📅 22 îlon 2021 23:31

PeyamaKurd -  Greva mamosteyan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di hefteya xwe ya duyem de dewam dike. Mamoste dibêjin, heta daxwazên wan neyên bicihkirin ew dê greva xwe bidomînin.

Li parêzgehên “Kirmaşan û Sine” yên Rojhilatê Kurdistanê û li parêzgeha Xûzistanê mamoste daxwaza bicihanîna rêzbendî û çareserkirina pirsgirêkên xwe dikin û radigihîn ku eger daxwazên wan neyên bicihkirin ew ê dersên xwe li polên hînkariyê bidin rawestandin.

Xwenîşandan û kombûnên nerazîbûnê yên mamosteyan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dikin, lê heta niha rejîma Îranê ti bersivek nedaye daxwazên wan mamostayan û ti gavek ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan ne avêtiye.

Herwiha mamoste di xwepêşandana li ber kompaniya “AZWIKO” ya rûberûyê deriyê bînaya Wezareta “Pîşe, Kangeh û Ticaret”ê jî rastî destwerdan û tundiya hêzên ewlekariya Îranê hatin.

Parve bike: