Kurdistan
Grûbên çekdar yên bi ser Tirkiyê ava Hasekiyê birîn
PeyamaKurd – Grûbên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve li Binxetê ava bajarê Hasekiyê birîn. Ava bajêr ji Serê Kaniyê diçe Hasekiyê û gundên wê. Rêvebirê karê avê yê Hasekiyê Nîdal Mehmûd ragihand ku tesîs avê dide bajêr û gundên bajêr.
Li aliyê dinê nûnerê daîmî yê Neteweyên Yekgritî li Sûriyê Wisam Sebah jî got ku grûbên ji aliyê Tirkiyê de tên destekkirin dewam dikin ava bajêr dibirin û weka çekekî li hemberê xelkê sîvîl bikartînin. Sebah got ku ev 23 care avê dibirin û ya herî dawiyê ji 15 rojan zêdetir ajotibû.