Kurdistan
Gundekî Akrê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hat bombebarankirin
PeyamaKurd - Gundê Neqeb li sînorê Dînarte yê ser bi Akrê ve li Herêma Kurdistanê, ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hat bombebarankirin.
Li gor zanyariyan, balafirên Tirkiyê 4 caran li ser hev gundê Neqeb û Geliyê Neqeb li sînorê nahiya Dînarte yê ser bi Akrê ve bombebaran kirin.
Zanyarî destnîşan dikin, tu ziyaneke canî nebûye, lê êrîş tirs li bi welatiyan re çêkiriye.