TR KU SO
FB X
Kurdistan

Gundewarên Sehbayê hatin topbarankirin

Admin L
Nivîskar
📅 08 hezîran 2021 15:31

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê a komên çekdar ên girêdayî wê, gundewarên Şehbayê topbarankirin.

Artêşa Tirkî û komên çekdar ên girêdayî wê, do êvarî gundê Samoqa û Bendava Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.

Li gor zanyariyan, topbaran heta berbanga sibehê jî berdewam kir.

Tevî êrîşên li ser Şehbayê, Artêşa Tirkî do jî gundê Der Cemal ê navçeya Şêrewa ya Efrînê topbarankiribû.

 

Parve bike: