Kurdistan
Gur, 20 miyan kust û 20 miyan jî birîndar kirin
PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li navça Diyadînê li gundeki wê, gurên ku birçî mabûn, êrîşê ser miyên ku di mêrgê de diçêriyan kir û di encamê de 20 miyan kuştin.
Tevî ku gur 20 miyan kuştin, ewqas miyan jî birîndar kirin. Şivan dema xeberê da gundiyan, hêj nûh gur ji gund reviyan.
Di dema serma destpêdike û gur ji bo xwarinê tiştekî nikarin peyda peyda bikin, êrîşê ser heywanên gundan dikin û ne tenê pêdiviya xwe lê çi bikeve ber wan, dikujin û mirarî dikin.