TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hafacî: Pistî temambûna lêkolînê wê encam bê eskere kirin

Admin H
Nivîskar
📅 20 adar 2022 20:33

PeyamaKurd – Endamê şanda komîteya bilind a Iraqê, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Hafacî, îro li Hewlêrê piştî serdana cihên rastî êrîşa moşekî ya Îranê hatine daxuyanî dan.

Hafacî got, piştî ku ew lêkolînên xwe bidawî bikin ew dê encaman bi raya giştî re parve bikin.

Hafacî ku ligel Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Aracî îro dest bi serdana Hewlêrê bo lêkolînkirina êrîşa moşekî kiriye, li xaniyê karsazê Kurd ê rastî êrîşa moşekî hatiye daxuyanî dan.

Hafacî da zanîn ku ew ji aliyê Serokwezîr Mistefa Kazimî ve hatine erkdarkirin da lêkolînê bikin û û diyar kir, ew ligel xwediyê wî xaniyê bûye armanca moşekan re jî axivîne û piştî bidawîbûna lêkolînan ew dê encamê ji eşkere bikin.

Hêjayî gotinê ye, serokatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî êrîşa moşekî ya 13ê Adarê ji hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî daxwaza komîteya lêkolînê bo derxistina rastiyan kiribûn ku Supaya Pasdarên Îranê îdia û behaneya êrîşa moşekî hebûna navendên Îsraîlê nîşan dabû.

Parve bike: