Hasdî Sa’bî li Kerkûkê di rêya Saddam Huseyîn de dewam dike
PeyamaKurd- Haşdî Şa’bî li bajarê Kerkûkê li navçeyên Daqur û Pirde dest datînin ser araziyên Kurdan û wan li malbatên kuştiyên xwe belav dikin.
Parêzgerê tayînkirî yê bo bajarê Kerkûkê Rakan Cibûrî ferman daye ku li gundê Qerebegê di ser 100 donumî de li malbatên Haşdî Şa’bî ku ji orta Iraqê û başûrê Iraqê anîne Kurdistanê, belav bikin. Erebên ku di dewra Saddam de ji Iraqê anîbûn û li gundên Kurdan hatibûn bicîhkirin û paşî dageriyabûn herêmên xwe, car din dadigerin û gund û araziyên Kurdan îşxal dikin.
Endamê meclisa bajêr yê Kerkûkê YNK ê bi tundî rexne kir û got:
“YNK dibêje ku li Kerkûkê desthilate. Lê ti qeweteka YNK ê li Kerkûkê tine ye û di mijara parastina mafên Kurdan de ti xebatê nake. Tê plankirin ku li gundê Aso Elmaniye di şûnda Kurdan de Ereban bicîhbikin û ji YNK ê ti deng dernayê.”
Li navçeya Pirde kesekî bi navê Ehmed Kameran jî ragihandiye ku gundê Qerebê gundekî Kurdaye û stratejîke. Ew araziyên ku li wê derê kiriye, nikare tê de xebatê bike ji ber ku araziyên wî ji aliyê polîsên federal de tê dayîn bo mîlîsên Haşdî Şa’biyê.