TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hatimogullari: Erdnîgariya ku gelê Kurd lê dijî, ne terorîstan e, Kurdistan e

Admin L
Nivîskar
📅 16 adar 2024 16:09

PeyamaKurd — Pîrozbahiya Newroza îsal li navçeya Karakoçan a Elezîzê dest pê kir. Agirê Newrozê bi çepik û tilîliyan hat pêxistin.

Li navçeya Karakoçan a Elezîzê starta pîrozbahiya Newrozê ya ku wê îsal bi şîara “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bê lidarxistin, di pîrozbahiyê de Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar axivî û got, “Kurd hê jî dev ji têkoşîna xwe ya demokrasiyê bernedana."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir û Hevseroka Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tûlay Hatimogullî jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Berdan Ozturk di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku tê xwestin gelê Kurd bê asîmîlekirin û bê îrade bê hiştin û got, "Hemû rêbazên qirêj ên ji ber vê yekê hatin ceribandin. Lê belê helwesta gelê me ya li hemberî vê zîhniyetê parastina xaka xwe bû. Ziman, gelê me dibêje 'em miletekî dewlemend û qedîm in', 'Em vê zîhniyeta we ya qirêj qebûl nakin', 'Em jî weke gelên din dixwazin azad bibin'. ‘Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn’.

Erdnîgariya ku gelê Kurd lê dijî, ne terorîstan e, Kurdistan e.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser gotinên Erdogan ên 'terorîstan'.

Uçar got, “Zimanê me înkar dike. Em bi dengekî bilind bibêjin; Divê dewlet bizane Kurd hene, zimanê me Kurdî ye. Divê hikûmet û AKP vê bizane. Em ê bi hev re vê yekê bidin qebûlkirin."

Tulay Hatimogullari ku di axaftina xwe de bertek nîşanî gotinên Erdogan ên "Em ê destûrê nedin li ser sînorê me yê başûr terorîstan bê avakirin" da û got, "Erdnîgariya ku gelê Kurd lê dijî, ne 'terorîstan' e, Kurdistan e."

Parve bike: