HDP li Amedê rapora qeyûman askere dike
PeyamaKurd - 2 sal di ser vezîfedarkirina qeyûman a 102 şaredariyên DBP’ê re derbas bûn û Rêveberiya Navendî ya HDP’ê, îro li Diyarbekirê rapora di derbarê qeyûman de aşkera dike.
Rapor îro bi beşdariya Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, Endamên Lijneya Bilind a Meclisa HDP’ê, Namzedên Hevserokatiya Şaredariyan û Partiyên Kurdî yên ku bi HDP’ê re Tifaq kirine, tê aşkerakirin.
Bi nêzîkbûna Hilbijartinên Rêveberiya Herêmî re HDP li Bakur xebatên xwe bi lez dike. Îro jî bi Rayedarên navendî re ji bo raya giştî rapora qeyûman were aşkerakirin. Di bernameyê de dê Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, rêveberiya navendî ya Meclisa HDP’ê, namzedên Hevserokatiya Şaredariyan û Partiyên Kurdî yên di nav tifaqa hilbijartinê de ne; cihê xwe digirin.
Vezifedar kirina qeyûman di Mijdara 2016’an de dest pê kiribû; ji 106 şaredariyên ku di destên Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê de bûn; ji bo 102 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin, 4 şaredariyên mayî jî di bin venêrîna qeymeqamiyên wan navçeyan de tên rêvebirin.