HDPê berbijêrên xwe yên çend bajar û bajarokên Kurdan ragihand
PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bebijêrên xwe yên hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2019an destnîşan dike.
HDP ku bi taybet li bajarên Kurdan hêvî dike şaredariyan bi dest bîne, berbijêrên xwe yên çend bajar û bajarokan eşkere kir.
Berbijêrê yekem ê HDPê ku hatibû destnîşankirin, Berdevkê Partiyê Ayhan Bilgen bû ku bûye berbijêrên şaredariya Qersê. Hêjayî gotinê ye, şaredar û parlamentarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk jî ji bo namzediya şaredariya bajêr serî li HDPê dabû, lê hîn berbijêriya wî nehatiye ragihandin.
Li gor daxuyaniya HDPê berbijêrên hatine destnîşan kirin wiha ne:
Batman: Sabri Ozdemir – Songul Korkmaz
Colemêrg: Evin Konur – Cihan Karaman
Dersîm: Nurşat Yeşil – Aleddin Erdoğan
Diyarbekir - Sur: Filiz Buluttekin – Cemal Özdemir
Diyarbekir - Baglar: Zeyad Ceylan – Zubeyde Zumrut
Diyarbekir - Yenişehir: İbrahim Çiçek – Belgin Diken
Diyarbekir - Lice: Salime Zingil – Tarık Mercan
Diyarbekir - Farqîn: Naşide Toprak – Abbas Azizoglu
Colemêrg - Gever: Remziye Yaşar – İrfan Sarı
Wan - Gurpinar: Kemal Guler – Rojbin Akdag
Van Çatak: Esra Babür – Fazıl Evrim
Wan - İpekyolu: Seyfettin İtah – Şehzade Kurt
Muş - Varto: Nafiye Bal – Giyasettin Aydemir
Şirnex - Cizîr: Sosin Çomlek – Mehmet Zirig
Şirnex - Silopî: Adalet Fidan – Suleyman Şavluk
Wan - Ozalp: Yakup Almaç – Dilan Ogrenci
Wan - Çaldıran: Leyla Aksak – Faruk Demir
Mêrdîn - Dêrik: Mulkiye Esmez – Şerif Kıran