Kurdistan
Hedad belgenameya qerebûkirina cotkarên Kurdistanê pêskesî Ebdulmehdî kir
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad beleganemeya derbarê şandina pereye cotkarên Herêma Kurdistanê û qerebûkirina cotkarên genimên wan hatine şewitandin radestî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir.
Hat zanîn ku Beşîr Hedad belgenameya şandina pereyên cotkaran û qerebûkirina wan cotkarên genimên wan hatine şewitandin pêşkeşî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir.
Hedad daxwaz ji Adil Ebdulmhedî kir ku pereyê genime cotkarên Herêma Kurdistanê bê şandin û qerebûya cotkarên Herêma Kurdistanê yên genimên wan di encama lehî û agir da zirar dîtine jî bê kirin.
Belgename li dîroka 27-08-2019an bi îmzeya Dr. Beşîr Hedad bo Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hatiye pêşkeşkirin.