Hejmara birîndarên protestoyên dewriyeya Rûs-Tirk eskere bû
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên nûçeyî yên Rojavayê Kurdistanê, di encama mudaxeleya bi guleyên rastîn û gaza îsotê ya ser sivîlên ku dewriyeya leşkerî ya Rûs-Tirk protesto dikirin de, 8 sivîl birîndar bûn.
Xelkê sivîl ku bi keviran dewriyeya Tirkiyê protesto dikir, li gundê Korpîngarê yê rojhilatê bajarê Kobaniyê rastî mudaxeleya bi gule û gaza îsotê hatin û di encamê de 8 sivîl birîndar bûn.
Li gorî agahiyên jêderên xewcihî 4 sivîl bi guleyên dewriyeya artêşa Tirk birîndar bûne û 4ên din jî bi bombeyên gazê birîndar bûne ku birîndar li nexweşxaneyên Kobanê têne dermankirin.
Herwiha hat zanîn ku di nav birîndaran de peyamnêra JIN TV Zozan Berkel Remedan bi guleyê û peyamnêrê Ronahî TVyê Welat Şêxo jî ji ber panzêra ku li erebeya wî xistiye birîndar bûne.
Sivîlên ku dewriyeya Tirk protesto kirin hatin gulebaran kirin