TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hejmara kesên ji ber Covîd-19ê bûne qurbanî ji16 hezarî derbas kir

📅 24 adar 2020 15:48

PeyamaKurd - Li seranserê cîhanê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê nifşê nû (Covîd-19) bûne qurbanî ji 16 hezar û 500î derbas kir.

L seranserê cîhanê hejmara kesên ji ber vîrusa koronaya nû (Covîd-19) mirin ji 16 hezar û 500î derbas kiriye.

Li ser malpera "Worldometer"a agahiyên welat û herêmên lê Covid-19 hat dîtin berhev dike hejmara kesên ji ber Covid-19ê mirin wekî 16 hezar û 558 hat rojanekirin.

‘Herî zêde mirov li Îtalyayê mirin’

Li gor daneyan, di nav welatan da ji ber Covid-19ê herî zêde mirov li Îtalyayê mirin û hejmara mriyan derkete 6 hezar û 77 kesan.

Piştî Îtalyayê herî zêde meriv li Çîna ku Covîd-19 lê derketibû mirin û hejmara wan jî derkete 3 hezar û 277 kesan.

Welatê di rêza 3yan da cî girt jî Îspanya ye û li vê derê jî 2 hezar û 311 kes mirin.

Welatê di rêza 4an da cî girt jî Îran e û lê 1812 kes mirin.

Parve bike: