Kurdistan
Hejmara mirinên ji koronayê kêm bû
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 592 kesên din bi koronayê ketine û 3 kes jî pê mirine.
Di daxuyaniya îro Yekşemê ya Wezareta Tenduristiyê de hatiye eşkerekirin ku ji bilî tomarkirina 592 pêketiyên nû û 3 haletên mirinê, 645 nexweş jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 169 hezar û 454 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 269 kes û heta niha 155 hezar û 714 nexweşên korona jî baş bûne.