Hejmara sehîdên Mexmûrê zêde bû: 9 Pêsmerge û 3 welatî sehîd bûn
PeyamaKurd – Di encama êrîşa şevê din 2yê Kanûnê ya terorîstên DAIŞê bi ser du gundên herêma Qereçûx a Mexmûrê de, 9 Pêşmerge û 3 welatiyên birayên hev şehîd bûn.
Li gorî zanyariyên dawî, hejmara Pêşmergeyên şehîd bûne gihîştiye 9an û 4 Pêşmerge û ji bilî şehîdbûna 3 birayan sivîlekî din jî birîndar bûne.
Di dema rûbirûbûna wan terorîstan de hêzeke Pêşmerge ket kemîna terorîstên DAIŞê û di encamê de 7 Pêşmerge şehîd bûn.
Fermandar li Fermandariya Hewlêrê ya Hêza Pêşmerge Necat Xule ragihandiye, raîdêk û neqîbek li gel 5 Pêşmerge bi armanca rêgirtina li wan terorîstên DAIŞê ku êrîş kirin ser gundê Xidirce, ketin kemîna DAIŞê û hemû şehîd bûn.
Fermandarê Pêşmerge diyar kiriye, bûyer li ser çiyayê Qereçûx û li gundê Nazî Kend rû daye.
Navê Pêşmergeyên ku ketin kemîna DAIŞê û şehîd bûn: Raîd Nifî xule, Neqîb fexredîn Seîd, Kameran Puşo, Senger Şerîf, Şukir Ebuzêd, Yasîn Mihemed û Nazim Ebdulla Reza.
Herwiha hatiye diyarkirin ku Pêşmergeyekî din di nava gund de dema rûbirûbûnê de şehîd bû û di dema veguhestina birîndaran de otomobîleke hêzên Pêşmerge wergeriya û di wê bûyerê de jî Pêşmergeyek şehîd bû û 3 Pêşmerge birîndar bûn.
Li aliyê din Fermandar li Lîwaya 8 ya Pêşmerge Emîd Hisên Cewad ji Rûdawê re daye xuyakirin, di êrîşa DAIŞê de 3 bira jî şehîd bûne.
Hat zanîn ku cenazeyên şehîdan ji bo Pizîşkiya Dadê ya Hewlêrê hatine şandin.