TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hejmarek partiyên Rojavayê Kurdistanê îro dicivin

📅 18 gulan 2020 15:08

PeyamaKurd -  Biryar e, îro hejmareke partiyên Rojavayê Kurdistanê li avahiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bicivin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, îro partiyên di nav Rêveberiya Xweser de û hin partiyên nêzîkî Rêveberiyê dê bicivin.

Partiyên beşdar dê mijara diyaloga nav aliyên Rojavayê Kurdistanê û pêngavên ku di vê derbarê de hatine avêtin gotûbêj bikin.

Ji destpêka meha Nîsanê ve, danûstandinên di navbera PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de dest pê kirine, herdu alî gihîştine hin xalên hevbeş.

Ji bilî danûstandinên ENKS û PYDê, hevdîtinên piralî di navbera PYDê û partiyên din yên Rojavayê Kurdistanê berdewam in, ji bo behskirina nêzîkkirina aliyên siyasî yên Kurd

Parve bike: