Kurdistan
Helbestvanê Kurd Sedullah Peros bi nexwesiya korona can da
PeyamaKurd - Helbestvan û nivîskarê navdar ê Kurdistanê Sedullah Peroş îro Pêncşemê ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê (Covid-19) koça dawî kir.
Sedullah Seîd Mam Şêx ku bi navê Sedullah Peroş tê nasîn, di sala 1950î de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye û di sala 1973an de weke rojnamevan di rojnameya Birayetî de xebitîye.
Peroş di sala 1974an de peywendî bi Şoreşa Îlonê kir û demek weke Serokê Liqa Hewlêrê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd hat hilbijartin.
Sedullah Peroş di sala 2001ê de, bû Rêveberê Radyoya Dengê Kurdistanê û piştre weke şêwirmend li Wezareta Rewşenbîrî xebitî.
Sedullah Peroş xwedî 6 pirtûkê helbestan e ku bi Kurdî û Erebî hatine weşandin.