Hemîdê Hecî Silêmanê Hecî Derwês koça dawî kir
PeyamaKurd- Siyasetmedarê Kurd Hemîdê Hecî Derwêş çend roj berê dema ji Şamê tê Qamîşlo, ji dilê xwe nexweşe û doktor dixwazin jê re bo dilê wî stand deynin lê Hemîd dibêje wê çend rojên din here Şamê û li wê derê stand bixe dilê xwe. Do bi şev dema radizê, nema ji xewa şêrîn radibe. Cenazê Hemîdê Hecî Derwêş rakirin morgê da sibê wî bibin gundê wî ku li mintiqa Kîka, li Dirbêsiyê, li gundê bav û kalê wî li Qirmanê defin bikin. Goristana malbata Hemîd li gund e. Di sala 2006an de jî di nav yek hefteyekî de 2 birayên Hemîd wefat kiribûn.
Hemîdê Silêmanê Hecî Derwêş ku bi kurtî jê de dibêjin Hemîd Derwêş di sala 1935an de hatiye dinyayê. Dibe mezintir be jî. Lê Hemîd, dema li Şamê dixwend di sala 1954 an 1955an de, li Şamê bi navê Cemiye Seqafe El Kurdiye (Komela Çanda Kurda) bi piştgiriya Rewşen Bedirxan û kesên weka Osman Sebrî û mala Cemîlpaşa re ava dike. Xwendevanê ber destê Rewşen Bedirxan e. Lê 2 sal bi şûn de bi xebateka xurt dikare di bin serokatiya Dr. Nûreddîn Zaza de Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê ava bikin. Paşî di nav partiyê de îxtîlaf dertê û Hemîd bi hinek hevalên xwe ve, Partiya Demokrata Pêşverûyên Kurdên li Sûriyê ava bike. Hemîd li Şamê hûqûqe dixwîne lê ji ber sedemên siyasî nikare biqedîne.
Di salên 1960an de demekî bi daxwaza serok Mele Mistefa Barzanî diçe Beyrûdê û li wê derê xebatên dîplomatîk li ser navê Barzaniyê mezin dimeşîne. Di sala 1969an de dema Şêx Ahmed Barzanî wefat dike, diçe cem Barzaniyê mezin û demekî li cem wî dimîne. Di salên 1970 yan de, Hemîd Derwêş li Bexda mamostetiya dibistan kadirên KDP a Iraqê dike û demekî li wê derê dimîne.
Hemîd, bi serokên du partiyên Kurd ve, demekê li Rojava dikevin hilbijartinên parlementeriyê û her sê dibin parlementer lê demên di şûn de dewlet nahêle ku Kurd bikevin hilbijartinan.
Vê dawiyê dema ku ENKS ava bû, Hemîd yek ji damezrênerê ENKSê ye. Demek ku halê Rojava nexweş bû, çû li Silêmaniyê bicîh bû. Ev 2 an 3 sale ku vegeriyaye Qamîşlo. Hemîd Derwêş gelek dereng zewicî û du keçên wî yên mezin hene.
Ji damezrênerên Komela Çanda Kurd û PDK-S yê tenê Hemîdê Hecî Derwêş li heyatê mabû lê mixabin niha ew jî nema û barkir.