Hêmin Hewramî beriya civîna ligel sandeya danûstankar daxuyaniyek da
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê beriya civîna ligel şandeya danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê axivî û got, şand dê serdana aliyên siyasî yê Herêma Kurdistanê bike û hûrgiliyên rêkeftina ligel Hikûmeta Iraqê ya federal bi wan guftûgo bike.
Li gor Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî îro di civîneke çapemeniyê de diyar kir, ew li benda civîna ligel şandeya danûstankar a Hikûmetê ne hûrgiliyên temam derbarê rêkeftina vê dawiyê ya Hewlêr û Bexdayê de li ser projeyasaya budçeya 2021ê ya Iraqê bidin.
Hewramî da zanîn, beriya niha Hikûmetê raporteke bi hûrgilî di derbarê vê de daye û gelek hûrgilî jî eşkere kiriye.
Hewiha Hewramî destnîşan kir, piştî civîna îro ya Parlamentoyê û şandeya danûstankar, şande wê serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike û hûrgiliyên rêkeftinê dê bixe ber wan aliyan jî.
Di berdewamiya axaftina xwe de Hêmin Hewramî got, di dema pêş de şandeyekî siyasî ya Herêma Kurdistanê, dê serdana paytexta Iraqê Bexdayê bike, lê hîn dema wê ne diyar e.