Hêmîn Hewramî: Em naxwazin hilbijartin were taloqkirin!
PeyamaKurd- Endamê Rêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmîn Hewramî ragihand ku partiya wan naxwaze hilbijartin were taloqkirin.
Hilbijartina Kurdistanê wê di 30ê Êlûnê de were kirin. Di derbarê taloqkirina hilbijartinê de hinek partiyan daxuyanî dan.
Li Silêmaniyê di salvegera damezrandinya PDKê de Endamê Rêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmîn Hewramî axivî û got ku “mesaja PDKê ew e ku PDKê wê bihêztir dewam bike.” Parastina yekîtiya Kurdistanê ye. Divê hilbijartin li gorî qanûnê di wextê xwe de were kirin.
Hewramî wiha dewam kir: “Em wekî PDK li dijî wê ne ku hilbijartin were taloqkirin. Lê belê ew kesên ku dixwazin hilbijartin were taloqkirin, eşkere ye ku ji encamên hilbijartinê ditirsin. Lê divê em li gelê xwe û pêvajoya hilbijartinê ewle bin. Kîjan partî li dijî hilbijartinê be, bila eşkere bibêje û bi rengekî fermî serlêdan bike.”