TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêmin Hewramî: PDK ji bo civîna li gel YNKê amade ye

Admin H
Nivîskar
📅 20 mijdar 2026 11:00

PeyamaKurd -

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî doh Pêncşemê (19ê Mijdara 2026an), li gel Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu civiya û ragihand ku PDKê zemînesaziya pêwîst pêk aniye û amade ye di zûtirîn dem de li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive.

Hewramî di hevdîtinê de helwesta PDKê ya li hemberî geşedanên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê şîrove kir û tekez kir ku çalakkirina Parlamentoyê piştî du salan ji hilbijartinan ne li dijî ti aliyekî bûye, belkî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û rewatiya saziyên destûrî bûye.

Wî her wiha hêviya xwe anî ziman ku rayedarên YNKê bi erênî bersiva bangawaziya Serok Barzanî û zemînesaziyên PDKê bidin.

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê Erman Topçu jî di hevdîtinê de siyaset û helwesta welatê xwe ya li hemberî Herêma Kurdistanê nirxand û bal kişand ser pêşxistina peywendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de di astên cuda de.

Parve bike: